Bi tohmeta pêwendiya wan bi DAISê re heye 18 kes hatin desteserkirin

Bi tohmeta pêwendiya wan bi DAISê re heye 18 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Stenbolê operasyonek ewlekariyê hat lidarxistin û di encamê de 18 kes bi tohmeta pêwendiya wan bi DAIŞê re heye, hatin desteserkirin.

Hêzên Antî Terorê yên Rêveberiya Asayişa Stenbolê, ji bo eşkerekirina çalakiyên DAIŞê li wî bajarî dest bi xebatan kirin. Piştî xebatan, hêzên ewlekariyê bi awayekî hevdem girtin ser çend navnîşanên hatine destnîşankirin û di encamê de, 18 kes bi tohmeta pêwendiya wan bi DAIŞê re heye, hatin desteserkirin.

Piştî pişkinînên tendirustî, her 18 kesên desteserkirî, şandin Rêveberiya Giştî ya Asayişa Stenbolê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin