PeyamaKurd - Hesen Ibîş (Sîpanî) stlîstekî Kurd û xelkê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, ku çend sal in li welatê Holandayê û bajarê Utricht dijî.

Hesen Ibîş, Dema xelatê werdigire
Hesen Ibîş akademiyek li Holandayê ava kiriye, ciwanan fêrî kuaforiyê dike, ji wan re kar dibîne û rêjeya bêkariyê jî kêm dike.Ji ber vê xizmeta wî, şaredara bajarê Utrichtê ew xelat kir.
Heta niha Hesen Îbîş ku di nava ciwanan de weke Hesen Ibîşjî tê naskirin, gelek xelatên cuda wergirtine.
Ibiş berî niha ji ber xizmetên wî di nava ciwanan de û dîtina kar ji wan re, ofîsa Melekî ya Hollandayê destxweşî li wî kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin