PeyamaKurd- Operasyonên Hêzên Sûriya Demokaratîk (HSD) yên li dijî IŞÎDê li herêma Dêra Zorê dewam dikin.
Hêzên Sûriya Demokaratîk (HSD) li herêma Dêra Zorê li dijî IŞÎDê bi navê “Şerê xilaxkirina terorê” operasyonên xwe tund dike. Di van rojên dawî de şer û pevçûnên dijwar çêbûn. Di 24 seetên dawî de 29 endamên IŞÎDê hatin kuştin.
Di derbarê geşedanan de Buroya Ragihandina Çapemeniyê ya HSDê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 24 seetên dawî de 29 endamên IŞÎDê hatin kuştin. Li herêma Baxoz û Hecînê yekîneyên HSDê gelekî bi pêş ketine. Di operasyonan de hêzên hewayî yên koalîsyonê jî alîkariya yekîneyên HSDê dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin