PeyamaKurd- Serokê Partiya Opozîsyona Îsraîlê Yair Lapid, ji Serokwezîr Benjamin Netanyahu xwest ku xebatên reformê ji bo 18 mehan rawestîne da ku ew dan û stendinên li ser rêziknameya dadweriyê yên nakok ji nû ve bidin destpêkirin.
Yair Lapid, ji Benjamin Netanyahu xwest ku karê reformê ji bo 18 mehan rawestîne da ku dan û stendinên li ser reforma dadwerî ya nakok ji nû ve dest pê bike û got,
"Heger hikûmet bixwaze bigihîje lihevkirineke berfireh, barê îsbatkirinê li ser milê wê ye. Heta ku yasa neyê cemidandin, nîqaşkirina qanûnên din an jî lihevkirinên din tu mantiq tuneye lewra gelek eşkere ye ku dê hikûmet bireve."
Hikûmet û opozisyonê, ji bo reforma dadwerî ji bo gihîştina lihevkirinê di destpêka vê salê de dest bi dan û stendinan kirin ku hewilên reformê bên rawestandin. Ji ber ku di hevdîtinan de tu encam derneketibûn, Netanyahu car din lez da xebatên xwe yên reformê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin