Opozîsyona Suriyeyê, li ser tawanên rejîmê daxuyanî da

Opozîsyona Suriyeyê, li ser tawanên rejîmê daxuyanî da

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên partiyên Opozîsyona Suriyeyê ve bi rêya daxuyaniyekê hat diyarkirin ku civaka navneteweyî, tawanên rejîma Esad û veguhestina siyasî paşguh dike.

Rêxistina sîwanê ya opozîsyona Suriyeyê, bi wesîleya 12. salvegera şerê navxweyî yê Suriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da. Li gorî daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî ya Opozisyona Suriyê û Hêzên Şoreşê (SMDK), civaka navneteweyî guh nade tawanên rêjîma Beşar Esed û cîbicîkirina biryarên navneteweyî yên çareseriya siyasî.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Civaka navneteweyî, tawanên rejîma Esad û biryarên navneteweyî yên ku veguheztina siyasî pêşbînî dikin, paşguh dike. Bi helkefta salvegerê em daxwaz ji welatên bira û dost dikin ku dîroka vê rejîmê ku ji sala 2011an ve tawanan dike, lêbikolin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku SMDK amade ye beşdarî her pêvajoya siyasî ya ku bendewariyên gelê Suriyeyê pêk bîne, bibe û hat gotin ku rejîma Esad astengkirina gavên ji bo çareseriya siyasî berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin