HDP li Fransayê bi berpirsên CPT re civiya

HDP li Fransayê bi berpirsên CPT re civiya

PeyamaKurd –  Berdevkên Desteya Pêwendiyên Karûbarên Derve yên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, bi berpirsên Komîteya Rêgirtina Îşkencê ya Ewropayê re civiyan û li ser şert û mercên girtîgeha Îmraliyê de gotûbêj kirin.

Berdevkên Desteya Peywendiyên Derve yên Partiya Demokratîka Gelan, li bajarê Stras-bourga Fransa, bi Komîteya Rêgirtina Îşkencê ya Ewropayê re civiyan û di civînê de, di derbarê tecrîta li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan, astengkirina hevdîtina bi malbatê re û parêzeran re, girevên birçîbûnê û binpêkirinên mafên li girtîgehên Tirkiyê, pêşniyar û daxwazên ku hene, hatine gotûbêjkirin.

Demeke dirêje hevdîtinên Serokê PKKê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata wî re bi sedemên cuda têne astengkirin. Ji bo protestokirina wê rewşê, li hejmareke zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê grevên birçîbûnê têne girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin