Orban xwepêsandanên alîgirên Filistînê yên li Macarîstanê qedexe dike

Orban xwepêsandanên alîgirên Filistînê yên li Macarîstanê qedexe dike

PeyamaKurd – Li Macarîstanê xwepêşandanên alîgirên Filistînê bi hinceta ku piştgirî didin “komên terorîst” hatin qedexekirin.

Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban ji radyoya dewletê re li ser xwepêşanderên ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazzeyê şermezar dikin axivî.

Orban derbarê kesên ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazzeyê protesto dikin de wiha got: "Cihê metirsiyê ye ku li Ewropayê xwepêşandanên sempatiyê yên piştgiriyê didin terorîstan hene."

Orban li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X jî da zanîn, "Li Macarîstanê xwepêşandanên alîgirên terorê çênabin! Em ê gelê Macar biparêzin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin