PeyamaKurd- Li Tirkiyê li navçeya Dikiliyê, 50 koçberên qaçax ku dixwestin herin girava Midilliyê ya bi ser Yûnanistanê ve, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên sahilên de hatin girtin.
Dema hêzên ewlekariyê tesbît kirin ku grûba koçber dixwaze here Midilliyê, tîmên sahilê çûn ciyê bûyerê û bota koçberan dan rawestandin. Koçberên di botê de 46 ji wan Sûriyeyî û 4 ji wan Fîlîstînî bûn. 19 kes jin û 22 kes jî zarok bûn.
Piştî ewraqên koçberan hatin amadekirin, wan teslîmê rêvebiriya koçberan kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin