PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Tirkiyê, Ahmet Davutoglu ragihandiye, hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş piştî dest ji kar berdana wî hatiye girtin û ew ji girtina Demirtaş de ne berpirsyar e.
Ahmet Davutoglu ku ji rojnameya The Financial Times a Brîtanî re axiviye, derbarê nûçeyên avakirina partiyeke nû û herwiha girtina hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de nêrîna xwe aniye ziman.
Davutoglu li ser mijara avakirina partiyeke nû li Tirkiyê, ew yek bi bîr xistiye ku ew hêj jî endamekî Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ye û diyar kiriye, ew ji bo pêkanîna reforman di AKPê de xwe berpirsyar dibîne, lê belê ew gelek bi hêvî nîne.
‘DI SÊ SALÊN DAWIYÊ DE, DADMENDÎ, AZADÎ Û AZADIYA FIKRÎ Û RAMANÊ HATIN PIŞTGUHKIRIN’
Davutoglu daye xuyakirin, serdemekê AKPê giringî dida dadmendî, azadî û azadiya fikr û ramanê, lê belê bi gotina wî di wan 3 salên dawiyê de ew nirx û prensîp hatine piştguhkirin.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Davutoglu li ser pirsa derbarê avakirina partiyeke nû li Tirkiyê de ragihand, ew dixwazin “atmosfereke siyasî yê nû li Tirkiyê çê bikin” û tekez kir: “Tişta ku me pêwîst e, vebûn û zelalî û psîkolojiyeke nû ye, ku li ser esasê azadiya mafê derbirînê û netirsînê hatibe avakirin.”
‘EZ JI GIRTINA DEMIRTAŞ NE BERPIRSYAR IM’
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê di beşeke din a axaftina xwe ya li gel The Financial Timesê de amaje bi girtina hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiriye û gotiye, “Demirtaş şeş mehan piştî îstifaya min hate girtin û ez ji girtina wî ne berpirsyar im:”
Davutoglu herwiha dibêje: “Ew yek pêvajoyeke yasayî ye, û tiştek jidestê min nayê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin