PeyamaKurd - Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç, derbarê rojevên heyî de nirxandin kir û got.
Olûç bal kişande ser daxuyaniyên Erdogan ên li dijî partiya wan û got, li pêşberî wan hişmendiyeke wiha heye ku rojê 3 caran li mîtîngan heqaretê li hilbijêrên HDP'ê, li 6 milyon hilbijêr, li 20 milyon mirov, li gelê Kurd dikin û domand, ''Mînaka vê ya dawî, Tayyîp Erdogan got, ''HDP’ya bê dîn, bê îman, ateîst''. Pêşî vê bibêjim; kesê li pêşberî me aştiya giştî binpê dike. Ev li dijî aştiya civakî dibe sûc. Ev gotina li HDP'ê tê maneya ku, tevî malbatan ji 20 milyon zêdetirî alîgirên HDP'ê re dibêjin bê dîn, bê îman, ateîst. Li vir, bi dîn fitnê dike. Em ê di vê fitnê de nebin hevkarê wî. Em wî hewaleyî xwedê dikin.''
Olûç têkilî hilbijartinên xwecih ên 31'ê Adarê jî got, li gel hemû zext û zordariyên li ser partiya wan jî gel wê bersiva hewce bide û hemû qeyûman bişîne Enqerê.
Têkilî Newrozê Olûç wiha axivî: ''Em ê li hemû bajaran Newrozê pîroz bikin. Ji niha ve Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz be. Em ê mîtîngên xwe yên dawî bi çarçoweya yasaya hilbijartinê bikin. 31'ê Adarê ji bo ku em encama herî baş bistînin, temam bikin.''
'Dozger ji bo terfîyê lepirsinana vedikin ‘
Derbarê lêpirsîna ku li ser Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî hatî vekirin jî, Olûç got, dozger ji bo ku terfî bibin derbarê wekîl û hevserokên wan fezlekeyan hazir dikin û dişînin meclîs
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin