PeyamaKurd – Bo Pêşmergeyê ku di encama şerê pêr li Amêdiyê di navbera PKKê û hejmarek Pêşmerge de canê xwe ji dest dabû, Balyozê Brîtanya yê li Hewlêrê serxweşî li malbata Pêşmergeyê şehîd ket kir û daxwaz kir, PKK li Herêma Kurdistanê nemîne.
Balyozê Brîtanya yê li Hewlêrê James Thornton di twîtekê de diyar kir û got: ‘‘Xemgîniya xwe û serxweşiyê arasteyî malbata Mulazim Yekem Ebdurehman Emîn dikim, ku ji aliyê PKKê ve hat kuştin. PKK rêxistineke terorîstî ye û nabe li Herêma Kurdistana Iraqê hebe.’’
Şeva 13ê Kanûna 2020an derdora saet 23:30an, otomobîleke PKKê li nêzîk gundekî ser bi devera Berê Gare li nêzîk navenda qezaya Amêdiyê xwestibû di xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge re bê rawestan derbas bibe, di wê demê de di navbera Hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKKê de alozî derket û teqe hat kirin. Di encama wê aloziya navbera PKKê û Pêşmerge de, pêşmergeyekî Leşkerê Roj bi pileya Mulazim Yekem canê xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin