PeyamaKurd- Li welatê Sûdanê li eyaleta Kûrdîfan a Bakûr, otobusekî ku rêwiyan hildigirt welgeriya û di encamê de li gor rêjeyên ewilî 11 kes mirin û 38 kes birîndar bûn.
Qeza nêzî bajarê El-Ubeydê çêbû. Birîndaran birin nexweşxane ya El- Ubeydê. Dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin