PeyamaKurd- Hate ragihandin ku artêşa Pakistanê r li ser sînorê Afganistanê êrîşek pêk anîye û li gorî rayedarên Afganistanê di êrîşê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûne.
Wezîrê Ragihandinê yê Pakistanê Attaullah Terar jî ragihand, "Welatê wî li gorî agahiyên îstîxbaratê operasyonên armanckirî yên li dijî 7 kamp û veşartgehên terorîst ên girêdayî Talîbana Pakistanî pêk anîn."
Attaullah Terar, ev êrîş wek bersiva êrîşên xwekujî yên vê dawiyê li ser mizgeftan hatine kirin nîşan da û da zanîn ku Pakistanê şaxek rêxistineke girêdayî DAIŞê jî kiriye hedef lê agahiyên zêdetir parve nekirin.
Berdevkê hikumeta Afganistanê Zebîhullah Mucahîd jî li ser Xê got, "Hêzên Pakistanê li parêzgehên Nangarhar û Paktika welatiyên me yên sivîl bombebaran kiriye. Di encamê de jin û zarok jî di nav de bi dehan kuştî û birînar çêbûn."
Mucahîd got, "Generalên Pakistanî hewl didin ku bi van sûcan qelsiyên ewlehiyê yên welatê xwe telafî bikin."
Li gorî AFPê ku agahiyên xwe ji çavkaniyek ewlehiyê ya Afganî wergirtiye, di nav 17 kesên ku di êrîşa li ser malekê de li herêmê hatine kuştin de 12 zarok hene.
Hêjayî gotinê ye, ji dema ku Talîbanê di sala 2021an de kontrola Kabîlê ji nû ve bi dest xistiye, aloziyên di navbera Afganistan û Pakistanê de zêde bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin