Papa Francis: Em rewsê bi fikar disopînin

Papa Francis: Em rewsê bi fikar disopînin

PeyamaKurd- Rêberê Ruhanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê diyar kir ku ew geşedanên di navbera Filistîn û Îsraîlê de bi fikar û êş dişopînin û xwest êrîş û çek bên rawestandin. 

Papa, di nimêja xwe ya kevneşopî ya yekşemê de ku ji şibaka ofîsa xwe ya ber bi Qada Ezîz Petrus ve bang li xelkê dike diyar kir ku ew bi fikar û êş bûyerên li Îsraîlê dişopînin ku tundî hîn tundtir bûye û ev yek jî bûye sedema bi sedan kuştî û birîndaran.

Papa Francis di axaftina xwe de got ku

"Ez tiştên ku li Îsraîlê diqewimin, bi fikar û êş dişopînim, ku tundûtûjî bi tundî zêdetir bûye û bûye sedema bi sedan kuştî û birîndaran.

Ez nêzîkatiya xwe ji malbatên mexdûran re radigihînim. Ez ji bo her kesê ku di van saetan de êş û azarê dikişîne dua dikim. Ji kerema xwe re êrîş û gulebaranê rawestînin. Fêm bikin ku teror û şer tu çareseriyê naynin, tenê dibin sedema mirina gelek kesan. Şer û tundî tu tiştan çareser nake. Her şer têkçûn e. Em ji bo aştiyê li Îsraîl û Filistînê dia bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin