PeyamaKurd - Parêzerên Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo texliyeya Demirtaş serî li Mehkemeya Cezayê Giran a 19an a Enqereyê xistin.
Di daxwaznameya parêzeran dan mehkemeyê da serîlêdana DMME ya ji bo girtîbûna Demirtaş hat bibîrxistin û hat gotin ku mehkemeyê biryara xwe da.
Di daxwaznameyê da hat gotin ku li ser vê biryarê dibê li gor hikmên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo Demirtaş biryara texliyeyê were dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin