PeyamaKurd – Hate ragihandin dema civîna encûmena herêma Zakarpatye li dar bû, parlamenterekî ukraynî kete hûndir û bombe teqandin.
Wezareta Navxwe ya Ukraynayê ragihand, parlamenterekî bi ser civîna encûmena gundê Keretskovsky ê girêdayî navçeya Mukachevo ya herêma Zakarpatyayê de girtiye û 3 bombe teqandine.
Hate eşkerekirin ku di teqînê de, kesek miriye, 6 ji wan giran 26 kes birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyan.
Derbarê sedema vê bûyerê de ti hurgilî nehatin parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin