PeyamaKurd- Endamê Kongresê yê Yunan-Amerîkî John Sarbanes, di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Ta Nea ya Yunanî got ku ew ê rê li ber firotina balafirên şer ên F-16 bo Tirkiyeyê bigirin.
John Sarbanes, li dijî Tirkiyeyê hin îdia kirin û got ku "Divê em hişyar bin û ji bo parastina hevalbendên xwe tedbîran bigirin."
Sarbanes îdia kir ku Tirkiye hewil dide îstiqrara Rojhilatê Deryaya Spî xira bike û got ku “Heger ev hemû bidomin, ew ê Tirkiye nikaribe ji Amerîkayê F-16an bikire.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin