PeyamaKurd – Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê, Mehmûd Nebasiyan, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li hemberî daxwazên Tehranê serî netewandiye.
Nebasiyan îdîa kir ku piştî nîqaşên dirêj, Washingtonê hemû şertên Îranê pejirandine daku muzakere dîsa dest pê bikin.
Li gorî daxuyaniyê, Amerîkayê qebûl kiriye ku danûstandin bi tenê li ser mijara nukleerî bin û "mafê Îranê yê dewlemendkirina ûranyûmê" bi fermî were naskirin.
Nebasiyan vegera Amerîkayê ya bo ser maseyê ne wekî "bijarteyeke dîplomatîk", lê wekî "pêdiviyekê stratejîk" pênase kir.
Wî destnîşan kir ku Washington piştî "Şerê 12 Rojan" ê meha Hezîrana 2025an û têkçûna di danûstandinên berê de, neçar maye ku ji nû ve deriyê dîplomasiyê veke.
Tevî ku Trump bi şandina fîloyên şer zextê dike, Tehran ragihand ku ew ji bo "aştiyê amade ne, lê tiliya wan li ser tetikê ye".
Ev pêşketin piştî hevdîtina "avaker û erênî" ya 6ê Sibatê ya li Muscatê tê ku wekî destpêka dîplomasiyeke nû di navbera her du welatan de tê dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin