PeyamaKurd – Parlamentereke YNKê diyar kir, hewla cidî heye ji bo encamdana civînên parlamentoyê û niha jî tu bahaneyek nemaye ji bo rûniştin neyên kirin.
Endama Parlamentoya Iraqê ya ser bi fraksiyona YNKê Dîlan Xefûr da zanîn: “Parlamento takesaziya rewa ya li ser asta Iraqê ye ku pêwîst e karên wê ranawestin, piştî vekêşîna Tevgera Sedir li parlamentoyê tu bahaneyek nemaye ji bo rûniştin neyên kirin.”
Herwaha eşkere kir: “Iraq ji rewşeke hestiyar re derbas dibe û wisa tê xwestin ku careke din rûniştinên parlamentoyê destpê bikin, êdî ew bi lihevkirin be yan bi rêkeftina hemû aliyan ve be divê rûniştin bên kirin.”
Di berdewamiyê de got, hewleke cîdî heye ji bo civînên parlamentoyê. Niha çileya Îmam Husên heye û her kesek jî bi wê ve mijûl e. Lê piştî wan merasîmên olî, civîn wê bên kirin û mijar jî girêdayî nabin bi hilbijartina serokomar an jî pêkanîna hikûmetê. Civîn wê derbarê kêmavî, elektrîk û xizmetguzariyê de bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin