Berdevkê Parlamentoya Lîbî destnîşan kir, Eqîle Salih qanûna ku îmze kirî rêkir ji saziyên siyasî yên din re, herwiha ji Netewên Yekbûyî re.
Li gorî qanûna hilbijartinê, berpirsên niha dikarin xwe weke namzet bidin nîşandan, lê divê beriya wexta hilbijartinê bi sê mehan bi demkî ji karê xwe istîfa kiribin.
Weke çavdêr jî dibîn ku serkêşê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter û kurê serokê Lîbyayê yê berê Seyf El-Islam weke namzet wê xwe nîşan bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin