PeyamaKurd – Baskê bilind yê parlementoya Rûsyayê; Konseya Federasyonê daxwaznama Vladimir Putin ya ji bo ku leşker bişînin derveyê welat qebûl kir.
Di wexta dengdanê de 153 senator dengên xwe dan daxwaznamê û qebûl kirin. Di biryarê de hat gotin ku:
“Konseya Federasyonê li ser bingeha hûqûqa navdewletî, li gor qaîde û bingehan, ji bo leşkerên Rûsyayê li derveyê welat bên bikaranîn, biryarê daye ku daxwaznama serokê Rûsyayê qebûl bike.
Wê li derveyê welat çiqas leşker bimîne, jimara wan çend be, xebatên wan, wezîfeyên wan û wexta mayîna wan li derveyê welat li gor destûra Rûsyayê wê ji aliyê serokê Rûsya de bê tesbîtkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin