Partiya Elawî: ‘Bila parlamento bê hilwesandin û hilbijartinên pêswext bên kirin’

Partiya Elawî: ‘Bila parlamento bê hilwesandin û hilbijartinên pêswext bên kirin’

PeyamaKurd - Îtilafa Niştîmanî ya Iraqê ku Eyad Elawî seroktiya wê dike, daxwaza hilweşandina Parlamentoya Iraqê kir.

Endamê Îtîlafa Niştimanî Sebah Temîmî bi daxuyaniyekê ragihand, xwepêşanderên Iraqê tenê daxwaza guhertina hikûmetê nekirin, herwiha daxwaza wan a yekem hilweşandina parlamentoyê bû.

Sebah Temîmî bal kişand ser pêkneanîna civînên asayî yên parlamenê û got, “Rewşa navxweyî ya welat têk çûye, parlamentoyê nekariye ti civînekê jî bike.”

Parlamenterê Îtilafa Niştimanî sedamê şikesta parlamentoyê bi serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ve girêda û got: “Herî kêm ev yek nîşaneya wê ye ku serokê parlamentoyê ne layîqê wê erkê ye.”

Sebah Temîmî diyar kir, ti hêviyek bo çaksaziyê li parlamentoyê tine û Îtilafa Niştimanî daxwaz dike parlamento bê hilweşandin û hilbijartinên pêşwext li Iraqê pêk bên.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin