PeyamaKurd - Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Nûrî Malikî ku di nav Çarçoveya Hemahengiyê de cî digire, ragihand ku partiyên Kurd û Sunîyên Iraqê, dikarin navbeynkariyê di navbera Çarçoveya Hemahengiyê û Tevgera Sedr de bikin.
Endamê Dewleta Yasa Mihemed Seyhûd ji medyayê re daye xuyakirin, herdu hevpeymaniyên Kurd û Sunî, nêzîkî Çarçoveya Hevahengiyê ne û dikarin navbeynkariyê di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê de bikin.
Seyhûd gotiye, ji ber hikûmeta demkî û nebûna desthilata temam, Iraq ber bi wêraniyê ve diçe ku divê aliyên siyasî ji bo rizgarkirina Iraqê ji vê rewşê bixebitin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr dîyaloga ligel Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîeyên Iraqê red dike û piştî vekişîna parlamentarên Tevgera Sedr jî daxwaza hilweşandina parlamentoyê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin