Partiya Tirkan CHP, 37emîn kongreya xwe li dar dixe

Partiya Tirkan CHP, 37emîn kongreya xwe li dar dixe

PeyamaKurd – Li Tirkiyê, Partiya Gel ya Komarî (CHP) îro û sibê li Enqerê 37emîn kongreya xwe ya bi dirûşma “Ber bi desthilatê ve” li dar dixe.

Îro di kongreya CHPê de, dê serokekî nû were hilbijartin, sibê jî endamên Encûmena Partiyê dê werin hilbijartin.

Bo seroktiya CHPê, li gel serokê niha yê CHPê Kemal Kiriçdaroglu, Aytug Atici, Ilhan Cihaner û Tolga Yarman bûne namzet.

Li gor rêziknameya navxwe ya CHPê, ji bo kesek bikare bibe nemzetê serokê partiyê, divê 70 îmzeyên endaman kom bike.

Di kongerya CHPê de 1356 endam beşdar dibin û mafên wan ên dengdanê hene.

CHP di sala 1923an de, ji aliyê Mustefa Kemal Ataturk hatibû damezrandin. Niha jî li Parlemana Tirkiyê xwediyê 138 kursiyan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin