Partiyên Kurdistanî li dijî asîmîlasyonê li hev civîn!

Dîroka weşanê :
Partiyên Kurdistanî li dijî asîmîlasyonê li hev civîn!

PeyamaKurd- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Demokratîk ya Herêman (DBP), Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP) Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-Î)  Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Azadiyê li Amedê bi navê Platforma Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî platformek ava kirin û ji bo danasîna vê platformê civînek pêk anîn.

Di dawiya civînê de bi Kurdî û Tirkî daxuyanî hatin kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Armanca avakirina vê platformê ew e ku Zimanê Kurdî were parastin, bibe zimanê fermî û di dibistanan de wekî zimanê perwerdeyê were bikaranîn.

Di civînê li ser navê Tevgera Azadiyê Sitki Zîlan axivî û got ku em li dijî asîmîlasyona zimanê Kurdî li vir li hev civîne. Em îro banga xwe li hemî kesî dikin ku li her derê; li malê, li sikakê, li dibistanê, li nexweşxaneyê, di otobûsê de, tenê bi Kurdî biaxivin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin