PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan, li ser ji nû ve zêdebûna aloziya navbera Ermenistan û Azerbaycanê bang li Rûsyayê kir ku bikeve tevgerê.
Paşinyan, li ser pevçûnê binpêkirina agirbestê û kuştina leşkeran, bang li Rûsyayê kir li seranserê sînorên Azerbaycanê pasevanên sînor ên rûsî bicih bike.
Li gorî nûçeya ajansa TASS a rûsî Paşinyan gotiye, "Dema rewşa heyî li ber çavan bê girtin, bi ya min pêwîste li seranserê sînorên Azerbaycan-Ermenistanê bi danîna qereqolan re pasevanên sînor ên rûsî werin bicihkirin.”
Paşinyan daye zanîn ku Erîvan amadekariya ku vê pêşniyarê ligel Rûsyayê gotûbêj bike dike û bi vî awayî jî ew dê bikarin bi xêzkirina sînoran re rêgiriyê li xeteriyên pevçûnan bigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin