Pedersen ji nêzîkatiya rejîma Sûriyê bi hêvî ye!

Pedersen ji nêzîkatiya rejîma Sûriyê bi hêvî ye!

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen piştî hevdîtina bi wezîrê derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad re daxuyanî da.

Pedersen gotiye: "Min serdana hin dewletên Ereban kiriye, nîqaşên kûr di navbera amerîkî û ewropiyan de çêbûn. Ez texmîn dikim ku niha derfet heye lêgerîn ji bo nêzîkatiya ku ez navê "gav bi gav" lê dikim, were kirin.”

Pedersen herwiha li ser hevdîtine ligel Feysel Mîqdad jî diyar kir, “Em bi hêvî ne ku ew diyalog bigihîjin Cenêvê di pêşerojeke nêzîk de."

Hêjayî gotinê ye, heta niha di gerên Cenevê yên derbarê Sûriyê de di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyonê de bi taybet li ser nivîsandina destûra nû ya Sûriyê lihevkirinek çênebûye û li gorî aliyê opozîsyonê hikûmeta Şamê ji bo nivîsandina destûreke nû ne daxwazkar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin