PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) General Patrick Ryder ragihand ku wan rewşa Sûriyê bi Tirkiyê re gotûbêj kiriye û hêzên wan ji bo şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê ne.
Berdevkê Pentagonê General Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya ku roja Sêşemê 7ê Kanûna 2024an hat lidarxistin de daxuyanî da.
Patrick Ryder got, Tirkiye welatekî girîng e li herêmê û em bi rayedarên Tirkiyê re li ser rewşa Sûriyê gotûbêj dikin.
Herwiha da zanîn ku ew naxwazin aloziya li herêmê bandorê li şerê li dijî DAIŞê bike û got, "Hêzên me ji bo li dijî DAIŞê şer bikin li Sûriyeyê ne."
Herwiha Ryder diyar kir ku gelê Sûriyê hêjayî jiyaneke baştir e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin