Pêwendiyên dîplomatîk ên Misir-Tirkiye di asta balyozan de dest pê kir

Pêwendiyên dîplomatîk ên Misir-Tirkiye di asta balyozan de dest pê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Misir û Tirkiyeyê di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên xwe yên dîplomatîk de, balyozên xwe erkdar kirin.

Wezareta Derve ya Misirê ragihandiye ku Misirê Umro El Hemamî wek balyozê xwe yê li Enqereyê û Tirkiyeyê jî Salih Mutlu wek balyozê xwe yê li Qahîreyê nîşan da.

Hêjayî gotinê ye, pêwendiyên dîplomatîk ên herdu welatan 13 sal in hatibûn rawestandin. Piştî biryara serokê her du welatan jî têkiliyên dîplomatîk ên her du dewletan ji nû ve dest pê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin