PeyamaKurd- Endezyarê Bilind ê Jeofizikê Prof. Dr Ovgun Ahmet Ercan ragihand ku ji ber erdhejên ku li bajarên bakur û Tirkiyeyê tên payîn, tenê 21 bajarên bi ewle hene.
Ovgun Ahmet Ercan, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re 21 bajarên herî bi ewle yên li dijî erdhejê eşkere kir û wiha got:
“Bajarên herî ewledar ên di warê erdhejên wêran ên Tirkiyeyê de ev in:
Kirklareli, Zonguldak, Kastamonu, Sinop, Samsun, Giresun, Ordu, Trabzon, Rize, Artvin, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Riha, Mêrsîn, Antalya, Konya, Karaman, Nigde, Nevşehîr, Enqere.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin