Pistgiriya konteyneran ji bo mexdûrên erdhejê ji NATOyê!

Pistgiriya konteyneran ji bo mexdûrên erdhejê ji NATOyê!

PeyamaKurd – NATOyê ragihand, piştî erdhejên navenda wan Mereş bûn, keştiya ji 1000î zêdetir konteynirên ku ewil 600 ji wan hilgirtiye, ji Îtalyayê bi rê ketiye.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya NATOyê, keştiya ku 600 konteynir tê de bûn di 19ê Sibatê de ji bendera Taranto ya Îtalyayê derketibû.

Ev sewqiyat wê encama koordînasyona di navbera Fermandariya Hêza Hevbeş a NATOyê li Napolî û Ajansa Piştgirî û Dabînkirina NATOyê de be, bi armanca peydakirina stargeheke demkî ji bo herî kêm 4,000 kesên ku ji erdhejê bandor bûne.

Tê çaverêkirin, piştî hefteya bê konteynir bigihîjin Îskenderûnê û alav bên barkirin û radestî cihê înşaetê bên kirin û avakirina kampê destpê bike.

Di daxuyaniya berê ya NATOyê de hatibû gotin, ji bo şandina tesîsên sitargehê bijardeyên herî guncaw ên lojîstîk û veguhestinê hatine nirxandin û piştî ku tesîs hatin avakirin, wê li derdora konên ku ji bo şert û mercên zivistanê yên ku welatên NATOyê dest bi lêkirina wan kirine bên danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin