Pistî 12 salan Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Samê îro tê vekirin

Dîroka weşanê :
Pistî 12 salan Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Samê îro tê vekirin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Şamê dê ji îro pê ve bixebite.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di weşana zindî ya kanala tirkî NTVyê de li ser geşedanên li Sûriyeyê axivî. 

Fîdan bi bîr xist ku Balyozê Tirkiyeyê yê Morîtanyayê Burhan Koroglu wek Berpirsê Demkî yê Balyozxaneya Şamê hatiye tayînkirin. Wî diyar kir ku Koroglu û ekîba xwe çûne Şamê û balyozxane dê bixebite.

Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Şama paytextê Sûriyeyê, di 26ê adara 2012an de hatibû girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin