PeyamaKurd – Deriyê sînor yê li Ararê, ku di sala 1990’î de, piştî Iraq ketibû Kuweytê hatibû girtin, piştî 30 salan ji aliyê Iraq û Erebîstana Siûdî, bo bazirganiyê hat vekirin.
Li deriyê sînor, roja Çarşemê, hin rayedarên Iraqî û Siûdî, ku di nav wan de Balyozê Erebîstana Siudî yê li Bexda Abdulazîz Alşamrî jî hebû, vekolîn kirin.
Erebîstana Siûdî û Iraqê di sala 2015an de dest bi danûstandinên bo nêzîkbûnê kiribûn, ku Siûdiyan piştî 25 salan li Bexda ji nû ve balyozxane vekiribûn.
Rîyad û Bexda, di Tîrmeha borî de jî ser enerjî û sporê hin peymanên aborî îmza kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin