PeyamaKurd - Berdevkê Parêzgarê Qendehar a Afganistanê Beşîr Ehmedî ragihand ku îro di encama teqîna mayinekê li herêma Qendehara başûrê Afganistanê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî ragihandina Associated Press (AP) berdevkê parêzgariya Qendeharê Beşîr Ehmedî diyar kiriye ku di teqînê de 9 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûne.
Piştî agirbesta Talîbanê ya Cejna Remezanê ev cara sêyem e teqîn pêk tê ku Talîbanê ew êrîş hîn li xwe negirtine.
Herwiha şeva borî jî bombeyek di mizgefteke li Kabûlê de teqiyabû û di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest dabû ku melayê mizgeftê jî di nav de 8 kes jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin