PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo encamên hilbijartina 24ê Hezîranê, li ser her îhtîmalê disekine û li gorî vê jî gelek planên wî di dorê de ne.
Li gorî îddayan, rapora ku hatiye ber Erdogan gelekî baş xuya nake. Lewra İP (İyi Parti/Partiya Qenc) û HDP hêzdar xuya dikin û bendê derbas dikin. Di vê rewşê de wekîlê AKPê dikevine navbera 220-240an.
Êdî heke wekîlên AKPê wilo kêm bibin, Recep Tayyip Erdogan wê careke dî biryara hilbijartinê bide. Li bajarên Kurdan wê li ser namzetan bisekine. Lewra rayên AKPê li Herêma Kurdan kêm bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin