PeyamaKurd - Li bajarê Ehwaz yê Îranê, bazirganekî kurd rastî êrişa hêzên polîsan hat û hat kuştin.
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihand ku doh çarşemê hêzên polîsên li bajarê Ehwaz yê Îranê, otomobîla bazirganekî kurd, bi behaneya ku barên qaçax lê bar kiriye, dan ber fîşekan û di encama wê êrişê de ew bazirganê kurd hat kuştin.
Bazirganê kurd Mîlad Fethî ku xelkê bajarê Kamyaran yê Rojhilatê Kurdistanê ye piştî gulebaran jiyana xwe ji dest da.
Bajarê Ehwazê ku navenda eyaleta Xûzistan ya Îranê ye û dikeve başûrê rojavayê Îranê, şêniyên wê hemû ereb in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin