Pompeo bo rawestandina ser hisyarî da Azerbaycan û Ermenîstanê

Pompeo bo rawestandina ser hisyarî da Azerbaycan û Ermenîstanê

PeyamaKurd – Di derbarê şerê Qarabaxa Çiyayî û rawestandina şer de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev re peyivî.

Li gor Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus bi daxuyaniyekê da zanîn, Pompeo bi rêya telefonê bi rêberên Ermenîstan û Azerbaycanê re axiviye.

Ortagus destnîşan dike, Pompeo ji rêberan xwestiye li gor lihevkirina rawestandina şer tevbigerin û herwiha zext li her du aliyan kiriye ku bo kêşeya Nagorno – Qarabaxê çareseriyeke dîplomatîk bibînin.

Pompeo da zanîn, ku ew kêşe bi rêyên leşkerî çareser nabe û bala rêberên Ermensîtan û Azerbaycanê daye ser girîngiya agirbestê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, hefteya borî li Washingtonê bi hevtayên xwe yên Ermenî û Azerî re kom bûbû û piştre Wezareta Derve dîyar kiribû ku her du alîyan bo agirbesteke însanî li hev kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin