Putin biryarnama rawestandina Peymana New START ê îmze kir

Putin biryarnama rawestandina Peymana New START ê îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Valdimir Putin biyarnameya rawestandina Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk yên Nûh (New START) îmze kir. Rûsya mudeyek berê ragihandinbû ku peymanê daye rawestandin û niha bi şeklê fermî rawestiya. Peyman di navbera Rûsya û Amerîka de hatibû îmzekirin.

Biryar berê ji qanadê jêr û jor yê parlementoyê de xistibûn dengdanê û piştî biryarê dan, Putin jî biryarnamê bi fermî îmze kir. Rêxistina Xizmeta Agahiyê ya Kremlîn mijarê weha ragihand:

“Dewleta Amerîka tiştên di peymanê de hene, bi zanîn berpirsiyariyên xwe yên di peymanê de bicîh nayne.”

Putin her weha peymanên ku bi Yekîtiya Awrûpa re heya niha îmze kiriye, bi fermî da rawestandin û biryarnamê îmze kir. Di nav peymanan de; Rêziknama Konseya Awrûpayê û peymana Konseya Awrûpayê, Peymana giştî ya îmtîyaz û bêrîkirinê ya Konseya Awrûpayê, Peymana Mafên Mirovan û Parastina Hurriyetên Bingehîn, Peymana berlêgirtina terorê, Şertê Civakî ya Awrûpayê, peymana xwudmuxtariya rêvebiriya cîh tev di nav de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin