Pûtîn bo Erdogan: Divê em her tistî gotûbêj bikin

Pûtîn bo Erdogan: Divê em her tistî gotûbêj bikin

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser hevdîtina îro ya bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re got, ji bo tiştên dibin zirarê nedin pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê divê ew di mijara Sûriyeyê de her tiştî gotûbêj bikin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî ku dest bi civîna xwe bikin li Moskowê civîneke rojnamevanî saz kirin.

Pûtîn ji bo leşkerên Tirkiyê yên li Idlibê hatine kuştin serxweşî xwest û got: “Ji bo geşedan zirarê nedin têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê divê em di mijara Sûriyeyê de her tiştî gotûbêj bikin."

Putin diyar kir ku ji artêşa Sûriyeyê jî gelek kes bûne qurbanî  û lewma ji bo ew dubare nebe û zirarê nede têkiliyên Tirk û Rûsan, baştir e ku hevdîtinên dualî berdewam bin.

Erdogan jî got, di hevdîtina bi Putîn re de biryarên ku ew li wir bidin dê him herêmê û him jî Tirkiyê aram bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin