PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro 19ê Kanûnê, di civîna xwe ya rojnamevanî ya salane de, li Moskowê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Serokê Rûsyayê Pûtîn, li ser pirsa çareserkirina pirsa Kurdên Sûriyeyê got, “Diviyabû li serdema serokê berê yê Sûriyeyê çareserî ji bo pirsa Kurdan hatiba dîtin, niha jî pêdiviya wê pirsê her bi çareserkirinê heye, bi yên ku niha axa Sûriyeyê kontrol dikin re.”
Putin ji bo êrîş û operasyonên Tirkiye û komên çekdar bi ser Rojavayê Kurdistanê de jî diyar kir, “Ji aliyê din ve divê Tirkiye jî ewlehiya welatê xwe dabîn bike, em van hemû tiştan fêm dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin