Putin ji Erdogan re peyamek sand

Putin ji Erdogan re peyamek sand

PeyamaKurd- Ji Kremlînê bi rêya daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, pîrozbahiyên xwe yên sersala nû ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan re şandiye.

Di peyamê de hat ragihandin ku Putin di peyama xwe ya pîrozbahiya sersalê de bal kişandiye ser projeya hevpar a ku dê di navbera herdu welatan de ewlehiya enerjiyê ya demdirêj ava bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Têkiliyên berjewendîdar ên di navbera Rusya û Tirkiyeyê de tevî zehmetiyên di rewşa navneteweyî de bi awayekî dînamîk pêşve diçin. Putin destnîşan kir ku di sala derbasbûyî de Rusya û Tirkiye di gelek waran de dê hevkariyên xwe pêş bixin.”

Qala projeyên hevpar hat kirin

Li gorî hat ragihandin, Vladimir Putin gotiye ku "Projeyên me yên hevpar ên mezin ên wekî avakirina Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê û avakirina navenda veguhestina gazê ya herêmê ya li Tirkiyeyê ku di demeke dirêj de ewlehiya enerjiyê ya herêmê biparêze, bi awayekî serkeftî tên meşandin."

Her wiha bi berdewamî hat diyarkirin ku ew di wê baweriyê de ne ku "Rusya û Tirkiye bi hev re tevbigerin, dê di pêşxistina hevkariya dualî de ji bo berjewendiyên gelên xwe û xurtkirina îstiqrar û ewlehiyê li Avrasyayê bi ser kevin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin