Putin, pistî operasyonên Azerbeycanê yên ser Qarabaxê bi Pasinyan re axifî

Putin, pistî operasyonên Azerbeycanê yên ser Qarabaxê bi Pasinyan re axifî

PeyamaKurd – Piştî li Qarabaxê operasyonên Azerbeycanê qediyan, serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan re bi rêya telefonê axifî. Azerbeycan operasyonên ser Qarabaxê weka operasyonên li dijî terorê binav dike.

Putin û Paşinyan li ser rewşa Qarabaxê ya niha û li ser têkiliyên navbera her dû dewletan axifîn. Paşinyan destekê nedabû çalakvanên Ermen yên li Qarabaxê û niha li Yerîvanê çalakiyên muxalefetê li hemberê Paşinyan dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin