Putin: Rusya dê cîhanê adiltir bike

Putin: Rusya dê cîhanê adiltir bike

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi rêya peyameke bi video beşdarî Kongreya Tevgera Zarok û Ciwanên Rusyayê ya Yekemîn bû. Putin di peyama xwe de da zanîn ku dê Rusya, cîhanê adiltir bike.

Vladimir Putin, di axaftina xwe ya kongreyê de bal kişand ser wê yekê ku hemû guhertinên li welat û cîhanê çêdibin, ber bi baştirbûnê ve diçin û kiryarên Rusyayê dikarin cîhanê dadperwertir bikin ku her kes tê de wekhev bibe.

Putin got, "Bê guman hûn dizanin ku guhertinên mezin ne tenê li Rusyayê ne. Hemû cîhan diguhere. Ez di wê baweriyê de me ku ev guhertin ew in ku ber bi baştirbûnê ve diçin û ez hêvîdar im ku em ê bi xebata xwe, bi kirinên xwe, bi vîna xwe, lê bi zelaliya neyeta xwe, plan û prensîbên xwe, cîhanê adiltir bikin.

Cîhaneke ku hemû mirov bi rastî wekhev bin, ku her kes tê de mafê wan heye rêz lê were girtin, li pey kevneşopiyên xwe biaxive, bi zimanê xwe biaxive, rûmeta bav û kalên xwe bigire û bêyî ku ferqa perwerde û malbatî bê kirin, fersend hebe ku herî zêde ji xwe sûdê werbigire."

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin