Pûtîn û Netanyahu sibe dicivin

Pûtîn û Netanyahu sibe dicivin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu wê sibê bicivin û li ser mijara Îsraîl û Filistînê û rewşa dawîn a li Sûriyeyê bisekinin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Kremlînê hat dayîn, Pûtîn û Netanyahu wê sibê li paytext Moskovayê kom bibin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herdu lîder wê digel mijara Îsraîl û Filistînê, li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê jî îstişare bikin, herwiha hat gotin ku Netanyahu wê sibê li Stada Lujnikiyê pêşbirka Îngiltere û Hirvatistanê ya Kûpaya Dinyayê ya 2018 FIFAyê jî temaşe bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin