PeyamaKurd- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen got ku Rejîma Sûriyê hê jî bi aqilê pergala serdest tevdigere û gelan tehdîd dike.
Hevserokê PYDê Şahoz Hesen di derbarê tehdîdên Rejîma Şamê de axivî û îfadeyên girîng anîn zimên. Hesen wiha axivî: “Rejîma Sûriyê deng û rengên cuda qebûl nake, hê jî bi aqilê pergala serdest tevdigere û gelan tehdîd dike.
Ev yek, kul û êşên gelên Sûriyê nahedinîne. Divê ku diyalogên çareserî û siyasetê dewam bikin. Heke rejîma Sûriyê jî dixwaze diyalogê bidomîne, divê vî zimanê tehdîdê biterikîne.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muellîm çend roj berê gotibû ku Federasyon li dijî makezagona Sûriyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin