PeyamaKurd – Rêvebirê Pêwendiyên Stratejîk ên Encumena Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby diyar kir ku ew hêvî dike Kongre di destpêka Çileyê de alîkariya zêdetir ji Ukraynayê re erê bike.
John Kirby di civîna xwe ya çapemeniyê de da zanîn, Qesra Spî çaverê ye Kongre di destpêka Çileyê de alîkariya zêdetir ji bo Ukraynayê erê bike.
Herwiha got, “Dem ne li gorî me ye. Divê em di zûtirîn demê de vê fînansê bistînin. Xuya ye wê di destpêka Çileyê de ev çêbibe, lê zûtirîn çêtir e,"
Ji aliyê din ve Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre diyar kir, rêveberî têdigihe ku wê vê hefteyê li ser fonên zêdetir deng neyê dayîn, lê ew dibîne ku danûstandinên bi Kongreyê re 'di rêya rast de dimeşin' û got, "Em. ji Komarparêzên li Kongreyê daxwaz bikin ku vê yekê dereng nexin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin