Qurbaniyên Barûyên Cot yên 11 ê êlûnê hatin bibîranîn

Qurbaniyên Barûyên Cot yên 11 ê êlûnê hatin bibîranîn

PeyamaKurd – Qurbaniyên 11 ê Êlûna 2001an yên New Yorkê ku di êrîşa balafirên bazirganî de hatibûn lêdan û di encamê de 3 hezar kes miribûn hatin bibîranîn. Barûya Cot li New Yorkê navenda bazirganiya Amerîkayê û dinyayê bû.

Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagonê; hat ragihandin ku îsal jî bîranîna candayên 11ê Êlûnê nehatine jibîrkirin. Bîranîn li Parka Abîde ya ku di şûna Barûyên Cot de hatibû avakirin de hat kirin.

Di merasimê, de di asta bilind de cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris, şaredarê New Yorkê Eric Adams û kesên weka parêzgera New Yorkê Kathy Hochul hebûn.

Di êrîşa 11ê Êlûna sala 2001an de serokê El-Kaîdê Usame bin Ladin plan kiribû ku balafirên ji balafirxanên Newark, Boston û Washingtonê rabûbûn û diçûn San Francisco û Los Angelesê, mîlîtanên El-Kaîde wan revandibû û yek ji balafiran seet di 08.46ê bi wextê Amerîkayê de ji bakûr de li navenda bazirganiyê xistibû û balafireka dinê seet di 09.03an de ji başûr de li navenda bazirganiyê xistibû.

Balafireka dinê hatibû plankirin ku pê li Pentagonê bixin lê balafirên F-16 balafirê xistibûn. Balafira 4an li eyaleta Pennsylvaniayê car din balafirên F-16 wê xistibûn.

Piştî kuştina 3 hezar kesan, Amerîka ketibû pey serokê El-Kaîdê Bin Ladin û wî di 2011an de li Pakistanê di operasyonê de kuştibû lê di navberê de 10 sal derbas bûbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin