Trump: John Bolton zilamekî nexwes bû

Trump: John Bolton zilamekî nexwes bû

PeyamaKurd – Serokê Amerîka Donald Trump li ser pirtûka Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî John Bolton ku di demen dawî de di rojevê de ye got, ‘‘Carna mirov dema dewletê bi rê ve dibe xeletiyan dike, weke mirov perpirsiyariyê bide debengekî(evdal) weke Bolton’’

Serokê Amerîkayê di beşdariya xwe ya kanalek telvîzyonê de, li ser pirtûka Bolton ku hin îdîa li ser wî kiribû axivî,‘‘Bolton karekî baş nekir, ne zilamekî zîrek bû.

 ‘Min biryarên baş neda’

Trump da zanîn ku di dema rêveberiya xwe de biryar û tercîhên baş neda ye. Carna mirov dema dewletê bi rê ve dibe xeletiyan dike, weke mirov perpirsiyariyê bide debengekî(evdal) weke Bolton. John Bolton dixwest em li ser her kesî bombeyan bibarînin. Lê em ne mecbur in her kesî bikujin’’ Trump da zanîn ku pêşniyazên Bolton yê li ser politikaya derve ne rast bûn. ‘‘Bolton zilamekî nexweş bû, tiştên xelet di wî de hebûn. Min ev tişt pir zû di wî de dît.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin