PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêngavên rûbirûbûna vîrusa korona û bandora wê li ser aboriya Herêma Kurdistanê de berdewam e.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil got, belavbûna vîrusa korona li piraniya welatên cîhanê, civaka mirovatiyê rûbirûyî rewşeke dijawar a tenduristî û aboriyê kiriye û Herêma Kurdistamê jî ne li derveyî vê rewşa nexwestî ye.
Adil destnîşan kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo selametiya tenduristiya welatiyan, hemû karînên xwe ji bo rûbirûbûna vê nexweşiyê xistiye ber û welatiyan dilniya dike ku parastina jiyana wan û dabînkirina guzariyên jiyana wan di pêşîneya erkê wê de ye.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, wezaretên (Pêşmerge, tenduristî, darayî, aborî, navxwe) mûçeyên xwe wergirtine û ji kujmê pêwîst ji dahata Herêmê hatbû dabînkirin. Ji bo wezaret û dezgehên din li benda hatina pereyên wan ji Bexdayê ne, her dema biguhe jî rasterast dest bi dabeşkirina mûçeyên hemû wezaret û dezgehên din dikin, bi mîkanîzmekê ku rênimayên tenduristiyê li ber çav were girtin.
Berdevkê Hikumetê wiha pê de çû: “Tevahiya mûçeyên mûçexwaran her mehekê li Herêma Kurdistanê ji 894 milyar Dînar pêk tê, ji wê birê 453 milyar Dînar ji Bexdayê tê şandin, ku dike nêzîkî ji sedî 51 ji koma pereyên pêwîst ji bo dabeşkirina mûçeyan, lê ji ber vê rewşa tenduristî û ragirtina dewamê li Bexdayê, hatina pereyan bipaş ketiye, ji bo vê mebestê jî birêz Wezîrê Darayî û Aboriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Hikûmeta federal re di pêwendiya berdewam de ye, ji bo çareserkirina vê giriftê. Ji ber wê, em li bendê ne di çend rojên bê de ew temwîl bigihe destê me, ji bo temamkirina dabeşkirina mûçeya tevahiya wezaret û dezgehan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin