PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) li ser berteka Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bo gotinên Serokê Amerîkayê Joe Biden ên derbarê komkujiya Ermenan de got, “Erdogan weke pisîkan jî mîyaw nekir’.
Kiliçdaroglu beşdarî bernameyeke televizyonê bû û tê de, rexne li AKPê û Erdogan girtin û diyar kir ku li Tirkiyê demokrasî hatiye hilawistin.
Kiliçdaroğlu derbarê helwesta Erdogan a dijî daxuyaniya 'komkujiya Eremenan' a Joe Biden de jî wiha got: “Hemû AKPî li benda çi bûn? Wan digot, wê Erdogan roja Sêşemê derkeve û bêje, ‘Ey Biden te çi kir? Wekî şêran biqûrîne. Lê wekî pisîkan jî mîyaw nekir.”
Kiliçdaroglu li ser mijara girtina Demirtaş û Osman Kavala jî got ku neheqî li wan hatiye kirin û yên li hember neheqiyê bêdeng bimîne şeytanê bêziman e û ew nabe dost jê re.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin